WordPress 5.5 Beta 1

WordPress 5.5 Beta 1 êdî bo ceribandinê amade ye!

Ev nivîsbar hê jî tê pêşdebirin, ji ber vê yekê li ser malpera xwe ya çalak neceribînin. Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin. Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
1-Bi pêveka “WordPress Beta Tester” li ser malpereke heyî biceribînin.
2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê wek zipirandî dabar bikin û bikarbînin.

Tê payîn ku WordPress 5.5 di 11ê tebaxê de werê weşandin, lê heta wê rojê ji bo kêmasîyên xwe temam bikin hewcedariya me bi alîkariya te heye.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.