WordPress 5.5 Beta 2

WordPress 5.5 Beta 2 êdî bo ceribandinê amade ye!

Ev nivîsbar hê jî tê pêşdebirin, ji ber vê yekê li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.

Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bi karanîna guhertoya nû bikin.

Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
1-Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin.
2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.5 a Beta 2yê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re sazkin û bikarbînin.

Tê payîn ku WordPress 5.5 di 11ê tebaxê de werê weşandin, lê heta wê rojê ji bo kêmasîyên xwe temam bikin hewcedariya me bi alîkariya te heye.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.