WordPress 5.6 Beta 4

Betaya 4an a WordPress 5.6ê niha ji bo ceribandinê berdest e!

Ev nermalav hîn di asta pêşketinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê guhertoyê li ser malperek ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.

Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bi karanîna guhertoya nû bikin.

Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:

Tê payîn ku belavoka dawî di 8ê Kanûna Paşiyê ya sala 2020 e de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev belavok bi rêkûpêk were ceribandin.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.