WordPress 6.0 Beta 3

Betaya 3em a WordPress 6.0ê niha ji bo ceribandinê li ber berdestê we ye!

Ev nermalav hîn di asta pêşdebirinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê betayê li ser malpereke ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.

Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bikaranîna guhertoya nû bikin.

Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Hûn dikarin vê betayê bi 3 avayan biceribînin:

1- Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin.
2- Dikarin vê betayê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re wek malperek nû saz bikin û bikarbînin(.zip).
3- Ji bo ceribandinê WP-CLI bikarbênin: wp core update –version=6.0-beta3. Ger pergala dosyayên we bi hesasîyeta herfên mezin û picûk nexebitê vê rêbazê neceribênin.

Tê payîn ku belavoka dawî di 24ê Gulana 2022an de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev Beta bi rêkûpêk were ceribandin.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge, em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.