WordPress 5.5 Beta 2

WordPress 5.5 Beta 2 êdî bo ceribandinê amade ye!

Ev nivîsbar hê jî tê pêşdebirin, ji ber vê yekê li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.

Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bi karanîna guhertoya nû bikin.

Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
1-Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin.
2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.5 a Beta 2yê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re sazkin û bikarbînin.

Tê payîn ku WordPress 5.5 di 11ê tebaxê de werê weşandin, lê heta wê rojê ji bo kêmasîyên xwe temam bikin hewcedariya me bi alîkariya te heye.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

WordPress 5.5 Beta 1

WordPress 5.5 Beta 1 êdî bo ceribandinê amade ye!

Ev nivîsbar hê jî tê pêşdebirin, ji ber vê yekê li ser malpera xwe ya çalak neceribînin. Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin. Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.

Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
1-Bi pêveka “WordPress Beta Tester” li ser malpereke heyî biceribînin.
2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê wek zipirandî dabar bikin û bikarbînin.

Tê payîn ku WordPress 5.5 di 11ê tebaxê de werê weşandin, lê heta wê rojê ji bo kêmasîyên xwe temam bikin hewcedariya me bi alîkariya te heye.

Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.

Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê

Bo WordPress 5.1 guhertoya ceribandinê amade ye!

Dema weşandina WordPress 5.1 nêzîk dibe. Di vê rewşê de ev guhertoya ceribandinê gaveke girîng e.

Guhertoya ceribandinê bo bikaranînê amadeye. Lê ji ber ku WordPress bi milyonan tema û pêvekan tê bikaranîn, dibe ku hin tişt kêm ma bin.

Tê plankirin WordPress 5.1 21ê sibatê werê weşandin lê bo em heta wê rojê kêmasîyên xwe temam bikin hewcedariya me bi alîkariya we heye.

Heta niha we WordPress 5.1 ne ceribandi be dema wê hat kerem bikin.

Guhertoya ceribandinê ya WordPress 5.1 bi 2 avayan tê ceribandn:

  1. Win dikarin bi pêveka “WordPress Beta Tester” li ser malpereke heyî biceribûnin.
  2. Win dikarin Guhertoya Ceribandinê WordPress 5.1 wek pelikê zipirandî dabar bikin û bikarbînin.