Betaya 3em a WordPress 6.0ê niha ji bo ceribandinê li ber berdestê we ye!
Ev nermalav hîn di asta pêşdebirinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê betayê li ser malpereke ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.
Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bikaranîna guhertoya nû bikin.
Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.
Hûn dikarin vê betayê bi 3 avayan biceribînin:
1- Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin. 2- Dikarin vê betayê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re wek malperek nû saz bikin û bikarbînin(.zip). 3- Ji bo ceribandinê WP-CLI bikarbênin: wp core update –version=6.0-beta3. Ger pergala dosyayên we bi hesasîyeta herfên mezin û picûk nexebitê vê rêbazê neceribênin.
Tê payîn ku belavoka dawî di 24ê Gulana 2022an de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev Beta bi rêkûpêk were ceribandin.
Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge, em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.
Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.
Guhertoya 5.1ê ya WordPressê bi navê vokalîstê cazê Betty di 21ê sibata 2019an de hate weşandin. Êdî dikarin guhertoya nû dabarkin an jî ji malpela heyî di qada hildemkirinê de dikarin hildemkin. Hişyariya hildem kirinê êdî di paceya rêvebirîya malpelê de tê xwuyakirin.
Bi WordPress 5.0 ê edîtora nivîse ya nû hatibû danasîn û belavkirin. WordPress di guhertina 5.1ê de jî li ser baştirkirina vê edîtora nû rawestiyaye. Êdî gutenberg baştir, leztir û ewletir e.
Malpelên Saxlemtir
Di vê guhertoyê de koma WordPressê li ser lez û ewlehiya WordPressê behtir rawestiyaye. Û di vê qadê de hildemkirinên nû li ber çavan dikevin.
Dema win pevekekê li malpela xwe saz bikin pergala Sexlamiya Malpelê dest bi kontrola pêvekê dike. Gelo ev pêvek bi guhertoya nû û bi kodên malpela we re li hev tê an nayê…
Dema pêvek bi guherto an kodên we re li hev newê Pergala Sexlamiya Malpelê nahêlê ev pêvek bê çalak kirin. Bi vî hawî malpela we bi lez û ewlehiyê dewamî sexlamîya xwe dike.
Performansa Edîtora Nivîsê
Edîtora nivîsê ya bi mantiqa blokan dixebitê bi WordPress 5.0ê hatibû belav kirin. Di vê guhertoya 5.1ê de jî sexlamî û performansa vê edîtorê hatîye baştir kirin. Edî ev edîtor bi leztir dixebite û performansa wê jî li gorî berê baştir bûye.
Tê hevî kirin ku di guhertoyên nûtir de wê perfermansa wordpressê bê baştir kirin.
Di dawîyê de bi hevkariya civatên wergerê, guhertoya WordPressê ya 5.1ê bi 34 zimanan hate wergerandin û weşandin. Sipasdikin bo komên wergera WordPressê ku bi saya wan em wilo belav dibin û her kes hez ji me dike.
Ji aliyek din divê Koma Wergera Kurdî jî bi lez û bez dest bi wergera Wordpresê bike da ku qada WordPressê geştir bibe.