Source Code

Ger bixwazî çav li çavkaniya WordPressê û pelgenameya navrêzî bigerînî, referanseke me ya pêşvebirinê a kêrhatî û gerokeke me ya kodê heye. Ji xeynî vê rêbernameyeke me jî heye ji bo beşdarbûna bi Subversionê û beşdarbûna bi Gitê.

Çavkaniya WordPressê ya avakirî, di bin lîsansa Lîsansa Gelemper ya Giştî a GNUyê versiyona 2yem (an pişt re) de hatiye lîsanskirin, dikarî serxetê çav lê bigerînî an bi Subversion an Gitê re bi cîgehkî kontrol bikî:

  • Subversion: https://core.svn.wordpress.org/
  • Neynika Gitê: git://core.git.wordpress.org/

WordPress pelgehên navikî yên Javascriptê bi UglifyJSê û yên CSSê bi clean-cssê hemûyan di hev de bi navgîniya sepînera erkan ya bingeh-JavaScript; Gruntê didewisîne. Çavkaniya pêşvebirinê ya ku guhertoyên nedewisî ya van pelgehan û nivîstekên avakirinê dihewîne dikare li ser înternetê bê dîtin an jî bi navberiya Subversion an Gitê cîgehkî were lênêrîn.

  • Subversion: https://develop.svn.wordpress.org/
  • Neynika Gitê: git://develop.git.wordpress.org/

Ji bo her bernameyên cot an jî nivîstekên derveyî yên biçûkkirî ku di WordPressê de hene, dikarî koda çavkaniyê ji depoya me ya çavkaniyan bi belaşî bidest bixî.